Reşîdê Baso - Berojê Kavira
wêneyê hunermendî:ê 16 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Reşîdê Baso - Berojê Kavira

De hayê, hayê, wayê, hayê, wayê, hayê, wayê de wayê hê hê way kewê oy oy oy,
Ax de wayê, Berojê Kavira ha dilê mi ra kanî kanî,
De bira roja ne xana Xwedê be,
Wexta Kekê Selîm siyarê Sebrê wey lo keko way lê danî, oy oy,
A de Kekê Selîm siyârê Sebrê wa lê danî,
De çima vê êvarê konekî reş î rişîmaleke çîte kete nava kona xweya mîrate danî.
A de wayê, wayê, wayê, wayê, wayê, wayê,
Lê dayê Berojê Kavira dinêrim, divêm mal bi xwedî,
Hay lo wa keko way berî ketê, de hay hay berî ketê,
De wexta Kekê Selîm siyarê Sebrê li mal siwar bû,
Wey lo keko çima oxirê sebir ketê,
Were wî lo bavo, oxirê sebir ketê,
Ay de divê gulekê berî bedena Kekê Selîm siyarê Sebrê dane,
Lêj kirine govekê goveka vê sihetê oy oy oy oy oy.
Ax de wayê, wayê, wayê, wayê, wayê, wayê,
Wî lê dayê, ez ê vê sibê Berojê Kavira divê were yan e, li me yan e,
A de mi go Berojê Kavira yan e li me yan e,
De divê bira roja ne xana Xwedêyo be Kekê Selîm siyarê Sebrê,
Berê xwe daye koma bira pismaman e,
De divê bira pismaman e,
De çima vê sibê gulekê berî bedena kekê Selîm siyarê sebrê dane,
Vê sibê me qedandine dengê dengbêja na wele ser da tilî pêçiyê bilûrvana, oy oy oy.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?