Reşîdê Baso - Çîyayê Çuxirê
wêneyê hunermendî:ê 19 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Reşîdê Baso - Çîyayê Çuxirê

Oro begê mi, begê mi, begê mi, mîrê mi, mîrê mi, mîre mi,
Wey lo bego, Çiyangê Çixurê ketime li me wê da,
Wey lo bego, Çiyangê Çixurê ketime li me wê da,
De divê weza por û gulîbirê gava dinê
Stûyê şikestî, a de ranê lerizî çûme deriyê çadirê
Bavikêm Mihemed Emîn, lawikê Zirikî,
Ber texdîrê, nalîn tênê, pê da pê da
Begê wê mi, begê mi, begê mi, begê mi mîrê mi.
Were begê mi, begê mi, mîrê, mîrê mi wayê,
De mi qeda bê her çar rojî rojganê te dinyayê,
De çima Surmelî Zor Memed Paşa dimire,
Evdalê Zeynikê dinê kor dimîne rûkala dinyayê,
Begê mi, begê mi, mîrê mi.
Were begê mi, mîro qurban, weza por û gulîbirê,
Wezê Çiyangê Çixurê ketim lo devî bîrê, ay devî bîrê,
Ne weza por û gulîbirê, gava dinê, nava nîvro,
Stûyê şikestî, ranê lerizî, çûme derê çadira Bavê Kêvo.
Ay de divê Mihemed Emîn lawikê Zirikî,
Nalîn tênê lê pê da pê da xwe ra sekiniye ber taxdîrê
Begê he mi, begê mi, begê mi, begê mi, mîre mi way,
were hay wayê,de bira qeda bê her çar rojî rojganê te dinyayê,
De çima Surmelî Zor Memed Paşa dimire,
Evdalê Zeynikê kor dive dimîne rûkala dinyayê,
Begê mi, begê mi, mîrê oy oy oy.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?