Reşîdê Baso - Delan e
wêneyê hunermendî:ê 24 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Reşîdê Baso - Delan e

Delan e, Delan e, Delan e, Delan e, Delan e, Delan e, Delan e,
Lo bavo ne ba ye, ne baran e, ne mij e, ne dûman e,
Şerê êzîdiya û kafirê van romiyan e,
Delanê xwînê, heriyê û avêtiye zengê, menegiyan e Delan e,
Delan e, Delan e, Delan e, Delan e, Delan e.
Delan e, Keşîş Pala sê denga kire gazî, gelek ez te rabin,
Vê sibê şerê serê xwe reş kin, şotê daynin,
Wem ê berê xwe bidine şer e,
Delalê ber çevê me bûye mij dûman e, dûman e, dûman e,
Delan e, Delan e, Delan e, lo bavo Delan e, oy oy oy.
Wey lo bavo Delan e, Delan e, Delan e,
Delanê wezê Delana wêran dinêrim,
Dilê mi ra wê bi kevkar e, de wê bi kevkar e,
Vê sibê Deşta Delanê mîratê Nijdî çima sekiniye, bi Keşîş Pala da narenar e,
Delan e, Delan e, Delan e.
De divê mîratê Nijdî bi Keşîş Pala da narenar e,
Şede şûdê keşîş Pala gelek in gelek hene,
Serê meydanê destê xwe jêkirî serê pênsed mêrê dewrêşî meclîsê bi por e,
Delan e, ma bavo Delan e, Delan e, Delan e.
Lo bavo Delan e, ne ba ye, ne baran e, ne mij e, ne dûman e,
Şerê êzîdiya û kafirê van romiyan e,
Delanê xwînê heriyê û kêmê edayê avêtiye zengê menegiyan e,
Keşîş Pala sê denga kire gazî, gere ez te rabin,
Vê sibê por û guliyê xwe kur kin,
Şarê serê xwe reş kin, şotê daynin,
De wem ê berê xwe bidine şerê Delanê ber çevê me mij û dûman e,
Dûman e, dûman e, dûman e.
Ax Delan e, lo bavo Delana wêran dinihêrim li Miçongê Şêsa Xwedê hiştî,
De divê mertala qolepizî ser mi ra bûye bar û piştî,
Şade şûdê Miçongê Şêsa geleke gelek hene,
Deşta Delanê çima vê sibê bûye notlanî marekî nîvkuştî,
Delan e, Delan e, Delan e, lo bavo Delan e.
Wey lo lo bavo Delan e,
Wezê vê sibê bala xwe bidime Delana kavil çima dilê mi ra devê li avê ye, de li
devê avê ye,
Vê sibê rabe pişta Miçongê Şêsa bidine darê dara çinarê ye,
De divê pişta Miçongêngê Şêsa bidine darê dara çinarê ye,
Mertala pola xwedistirî bavêne milê rastê hetanî divê vê sibê eskerê,
A xweziya derbas be delavê avê ye,
Xelqê bêje la Miçongê Şêsa sax e rewata dinê ye,
Delan e, Delan e, Delan e oy oy.
Lo bavo ne ba ye, ne baran e, ne mij e, ne dûman e,
Şerê êzîdiya û kafirê van romiyan e,
Delanê xwînê heriyê zengê û avêtiye zengê menegiyan e,
Keşîş Pala sê denga kire gazî, gere ez te ra bin,
Vê sibê por û guliyê xwe kur kin,
Şarê serê xwe reş kin, şotê daynin,
Wem ê berê xwe bidine şerê Delanê ber çevê me bûye mij e dûman e,
Dûman e, dûman e li dûman e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?