Reşîdê Baso - Felekê
wêneyê hunermendî:ê 47 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Reşîdê Baso - Felekê

Ax felekê mala xwey şewitî tê dikişî nakişî, hî hî hî hî, lo qe nawestî ay,
Eman divê darê kevnegerîneka, ay lo wekestî,
Way felekê mala xwey şewitiyê,
Gereke meriv îtîbara xwe zar zûlê vî zemanî neyne,
Zar notlanî…. ezê rizîm lo pira şikestîm.
Were hay felek, way felek,
De mi go siyarê felekê li me çûne, lo mane qule,
Wey felekê mala xwey şewitiyê,
Dilê xelqê ketiye derdê malê dinyayê dinyalikê,
Ezê bûme maşûqê bejna bilind lo çavê belek.
Wey felekê mala xwey şewitiyê,
Qîztî malê bava da ay ay ay lo çiqas xweş e,
O de mi go bûktî malê mêra da ho ho ho lo gula geş e,
Wey felekê mala xwey şewitiyê de dilê kavilê gunda de,
Wexta meriv dikeve der karibê karî mala dive dayîka dergûşê sayê notlanî,
Teyrekî refa biqete dûrî xwey xwe dane per û baskê wê, hê hê hê wey lo, weşe.
Ay felekê mala xwey şewitiyê,
Mi go dilêm hêlûn e, hêlûna hê hê hê, lo teyrê bazî,
A de sê kevotkê ser me ra sekiniye nefirî xerîbî, lo kirine gazî,
Erê divê felekê mala xwey şewitiyê,
eyê kavilî gunda da goştê mi xwariye hestûyê minî rût û tezî, lo çi dixwazî,
Were hay felek way felek,
Were siwarê felekê li me çûne, lo mane qule,
Wey felekê mala xwey şewitiyê,
Herkê orta du dila çar çeva da xeberde,
Bira felek di malê da bive mêvan lo salê carek.
De bira neferê malê bimîne tenê û tek tifalek,
Wey felekê mala xwey şewitiyê,
Dilê xelqê ketiye derdê malê dinyayê dinyalikê,
Ezê bûme maşûqê bejna bilind lo çavê belek.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?