Reşîdê Baso - Hemû Zêrîn Divên Em Zêrînê
wêneyê hunermendî:ê 27 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Reşîdê Baso - Hemû Zêrîn Divên Em Zêrînê

Wê yeman yeman yeman yeman yeman yeman yeman.
Yeman gundo zerî hemû divên wem zerî ne, zerî hemû divên wem zerî ne,
Hene, zerî hene çîle qerqaşê jê spî ne, bejne zirave qenderî ne,
Bejnê dêrê çîtê ûrisî ne, yeman yeman yeman yeman yeman.
Yeman bejnê dêrê çîtê ûrisî ne, qonderê lingan pirîngî ne,
Gore nexşê ecemî ne, yeman yeman yeman yeman yeman.
Yeman gundo serî fînongê tilizî ne, dorê şera şemoqî ne,
Ay de divê pozî zirav î pîjî ne, poz da xêzima şirik e bi zêrîn e,
De diranê sedefî ne yeman kuro,
Guharê gupik e bi zêrîn e yeman yeman yeman yeman yeman.
Yeman yeman yeman yeman yeman yeman yeman.
Herê gundo, zeriyê wisa wexta sibê zû derê mala bavê xwe sekinîne,
Kalê heftê heştê salî radibe ser hêlan a,
Xortê çolî çarde salî gava çav pê dikeve hiş û aqil serî da namîne,
Yeman yeman yeman yeman yeman yeman.
Yeman gundo zerî hemû divên wem zerî ne,
Hinek zerî hene pîse jê kotî ne,
De divê bejnê wexta meriv binêre notlanî kudikê di hirçê ne,
Yeman yeman yeman yeman,
Qotike divê tijî spêjê rişkê ne dişitîne, yeman, yeman,
Were yeman yeman yeman yeman,
Wexta meriv linga dinêhêre penî para qelişîne,
Were divê penî para qelişîne,
Her qelşekê kodek kodê garis hiltîne,
Lingê tilî pêçiya wexta meriv bala xwe didayê wisa ne notlanî merê ecemî ne,
Meriv dikare pê kadiyê bostana xwe rajê hilîne,
Yeman yeman yeman yeman yeman.
Mêr divê, evda Xwedê ca here mala cînêr me ra çirê bîne,
Notlanî xweskayî her carî wexta gundê me nebe,
Diçe mala cînêr çirê bîne, çirê tîne
Sîberê da notlanî, kavirê der biharê hêlê bigire xwe ra divê kemekem e hilke hilk e,
Sê cara çirê divê, sîberê da diçiwîne,
Ev mêrê qijik î qirik hetanî sibê çima lezetê we ber çevê xwe navîne,
Yeman yeman yeman yeman yeman yeman yeman.
Were yeman de divê çirê sê cara divê sivderê da ditemirîne,
Mêrê qijik ê qirik, pepûkê kevirê ezmana ser da barî, heta sibê işiqê ber çevê
xwa navîne,
Yeman yeman yeman yeman yeman yeman.
Were yeman yeman yeman yeman, gundîno,
De bira zeriyê wisa rastî gurê serê çiya neyên, gur gune ne, yeman
Way yeman yeman yeman yeman, merezê dêlê weylê.
Were yeman, gava dikeve beramberî mêrî evdal, mêr divê evda Xwedê,
Ca destê xwe bavê pişta min bixurîne,
Wexta destê xwe divê davêje ser pişta mêr,
Wan neynûkên xwe yên notlanî devê merê, ecemê ser piştê dibe tîne û
Notlanî cewê weşa diqelişîne,
Xwîna reş ser pişta mêr da tîne hetanî sibê,
Mêrê qirik ê qijik, pepûkê kevirê ezmana ser da barî,
Divê hetanî sibê lezetê pişta xwe navîne,
Yeman yeman yeman yeman, merezê,
De bira zeriyê wisa divê rastî gurê serê çiya neyê, gur gune ne,
Yeman yeman yeman yeman yeman, merezê lê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?