Reşîdê Emo - Xezal
wêneyê hunermendî:ê 22 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Reşîdê Emo - Xezal

Xezal im, xezal im, xezal im, wezê xezal im, xezala çiyangê Weleganê,
De mi go devê mi biçêrê, guhê mi şiyar e gundo, lingê mi baş zanê, ax,
De mi go sing û berê xezala mi wisan e hesabê berê vê biharê
Xwe ra qolî bikî, kotî şindokî dewarî mêra, çevnebariya dinyalikê qawe kirî
sûcê xwe berdayê hû, ax, wele xwe berdaye xezalê oy oy oy ax.
De wezê xezal im, xezal im, wez ê xezala çiyangê bê dar im,
Werdek im werdeka golî avî di sar im,
Wezê par vî çaxî jina mêrê di çê bûm,
Sala îsalî ketime destê kotî şindokî dewarî mêra da formatilekî,
Qereqûş beqara kirime nava per û pencê xwe ve girtiye, yeman ez dixarim lo.
De xezal im, xezal im, xezal im, xezal im,
Ax gundo xezal xeyîdiye çima mi ra nayê lê, oy oy ax.
De lê lê lê lê, wezê xezal im, xezala xwe ra vê zozanê,
Pez hatiye zena gundo mîdotinê dilê mira berx berdanê,
De bira Xwedê qebûl neke dê û bavê di mi ra heft saliyê vir da,
Dilê mi te hebû kurê xalê, gelo çima lê wez nedamê,
De wê destê mi girtine dane kotî şindokî dewarî mêra, kereşivanî malê gidiyê ax,
Were deyndar im, deyndar im, deyndar im, wezê deyndara bejna te me gidiyê
lê lê, ax.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î