Reşo - Yar Bêylim
wêneyê hunermendî:ê 72 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Reşo - Yar Bêylim

Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo
Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo
Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo

Dayê ev çi hat serê me dayê
Çend û çend salan berî wiyan
Li ser çiyayê me şerekî mezin hebû
Di wî şerî da kalik û bapîrên me serê xwe dan

Wext hate vî wextî
Dîsa li ser çiyayên me kesk û zer şîn bû
Ji bo wê em jî ketin vî şerî
Êêê.. niha ji te ra dibêjim dayê
Mirin xweş e an jîyan
Bêje dayê bêje

Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo
Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo
Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo

Hat kerwanê kerwanê kerwanê
Hat kerwanê Gergeran
Hat kerwanê Hêrikan
Hat kerwanê Koçgîran bêlimo

Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo
Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo
Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo

Welle tu gunek î lawo lawo
Tu gunek î lawo lawo
Welle tu menale
Berxê min lo
Welle tu hesret î
Tu hesret î lawo lawo
Ar berdan canê we
Dijmin reş bû

Wî de malê malê malê
Wî de malê malê malê
Ne lê tu nedan Şayê dane kalê

Wî de mîran mîran mîran
Nê le caran tirk ji me ra nebû cîran
Tu mala xwe barke were
Macîran
Li cem min bibe cîran
Wi de malê malê malê
Wi de malê malê malê
Ne lêê tu nedan Şayê dane kalê

Gotin û Muzîk : Gelêrî û Reşo

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?