Rewan Ettî - Şoreşa Kurdistanê
wêneyê hunermendî:ê 71 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rewan Ettî - Şoreşa Kurdistanê

Îro roj roja me ye
Şoreşa Kurdistanê ye
Rabin Pêşmergên me
Azadî li benda me ye
De rabin YPG serxwebûn armanca meye
Hêza me bi yekîtîyê , Şêr hatin ji sere çiyê
Destê xwe dan pêşmerge , Dayê tu bike lêlîyê

evder kurdistane warê me heûyan e
armanca me eve azadîya kurdistan e
keç û xortên kurd de rabin serxwe
rêxtên xwe jî girêdin li bejn û bala xwe
xwe bidin kuştin ji bo welatê xwe

Çi Kobanê çi Şengal her yek ziman , bîr û al
Rêya me hemûyan yeke bi bawerîya Zerdeştê kal
De rabin Kurdno rabin Kurdistanê Azadkin
Ji nav deste dijminan , Tilîyên xwe di çavê wankin

li vir bisekine ! cihê xwe derbas neke
evder Kurdistan e ! bawerke ne heneke
bere li me bipirse ku em kîne
misliman û êzdîne em
kurmanc û zazakî ne
ji kalkê xwe em mîdî ne
cihê te li vêderê nîne

Em keç û xort giş leşkerin
Rêka xwîn ez pê bawerim
Azadîxwaz şoreşgerim
Xûşk û birayên min !
Lewra dibe ku em hemû herin.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?