Rewşan Çeliker - Taxa Filla
wêneyê hunermendî:ê 200 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rewşan Çeliker - Taxa Filla

Ne min go ji te re em neçin taxa van filan
Were diyarê werdekan,
Were diyarê werdekan çavên bi kilan
Memikê wana sêv in wek top û gulan
Welle wê ji me bibin,
Bille wê ji me bibin meheba dila

Çend car min got ji te re em neçin taxa wan
Bejina wan zirav in,
Bejina wan zirav in mînanî hêlan
Kenê wan dirijin ji dev û lêvan
Welle wê ji me bibin,
Bille wê ji me bibin ax dîn û îman

Hin ji wan cotecot in, hin çareçar in
Hin ji wan qey bi dost in,
Hin ji wan qey bi dost in hinek bi yar in
Hin ji wan rûkê wana sêva ser dar in
Hin ji wan min çinî hişt,
Hin ji wan min çinî hişt hinek min xwar in.

Ax min rû kur kirin simbêla berdan
Tu ji min bawer bike,
Tu ji min bawer bike bike biguman
Çi dîn îman hebû ew jî min berdan
Tizbiya destê min jî,
Tizbiya destê min jî ma li taxa wan

Gotin: Meleyekî Kurd Ji Qamişloyê
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove
logo
Xweş xeber 20-01-2020 02:21:51
Çeliker çû ma Rewşan. Ev deng xweş bp

logo
Suleyman 11-02-2020 08:34:55
Stran û awazek zor ciwan e. Ji ber ku ez jî bi yeka bavfilke re zewicîme, bûye berdevkê dil û çavên min. Jê re her serkeftinê dubare dikim. Siheta wê û ya we jî xweş be...

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?