Rizayê Elî - Dîwarê Şamê
wêneyê hunermendî:ê 24 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rizayê Elî - Dîwarê Şamê

Eman eman eman, êrê dînê minê diyarê Şamê şamşîratê,
Ema vê sibê herine diyarê Şamê şamşîratê,
Erê kurmal de tu rabe vê sibê kavilê gunda şerê w bade bide we lê berê latê.
Lo de tu rabe şerê bade bide wê we berê latê,
Heçî kesê kavilê gunda orta du dila çar çeva da xeber dide belkî,
Delaliyê malê bimre, mala wana here lo ber mîratê,
Alê tu dîn î, tu dîn î, tu dîn î, tu dîn î, tu dîn î,
A teresê kavilê gunda da tu dîna ser me, xwe ra nahebînî.
Eman eman eman, eman, eman, êlê kurmal,
De tu rabe vê sibê serê xwe bişo ava sar e,
Wey kurmalê vê sibê eyniyê dayne guliya hûr vegire ve lê çil î çar e.
Mi go eyniyê dayne guliya hûr vegire vê lê çil î çare,
De tu vê sibê bejna bilind, çev biriyê belek, dev lêvê şekirî,
Ramûsanekî mi evdalê Xwedê kerem ke,
Minê bihîstiye kalebavê te ne li mal e,
Êlê tu dîn î, tu dîn î, tu dîn î, tu dîn î, tu dîn î,
Ay kurmalê kavilê gunda da tu dîna ser me, xwe ra lê nahebînî.
Eman, eman, eman, eman, eman,
Êlê kulmal, de tu rabe,
Vê sibê serê xwe bişo, avê nerêj,
Wey kulmalê, de tu rabe,
Kavilê gunda serê xwe bişo, lo avê nerêj,
De kavilê gunda eyniyê dayne guliya hûr vegire lê kinedirêj.
Mi go guliya hûr vegire, lê kinedirêj,
De vê sibê bejna bilind, çev biriyê belek,
Ramûsanekî evdalê Xwedê kerem ke,
Çi mal da, kotiyê bavê xwe ra nevê,
Alê tu dîn î, tu dîn î, tu dîn î,tu dîn î, tu dîn î,
A teresê kavilê gunda da tu dîna ser me, xwe ra nehebînî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î