Rizayê Elî - Evdalo
wêneyê hunermendî:ê 20 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rizayê Elî - Evdalo

Herê evdalo, evdalo, wa Miftekala şewitî darî biya ye,
Evdal Miftekalî xopan darî biya ye,
Êvar e roj di Qolîbaba da wergeriya,
Êvar e roj di Qolîbaba da wergeriya,
Zergê kutaye quntarî çiya,
Rabe kulê tê bikevî mala Sedê Silikê, Mistê Kalo binalî,
Li berana, beranê pezkûviya,
Vê êvar da çîçikek kendalê avê bi dêz ketiye,
Li fenanî ticarekî Helebê bikeve nav da gelta bibjêre navê jinya,
Evdal im, evdal im, evdal im, evdal im, evdal im,
Lo lo evdal tu yî, wê wê, sefîl wez im.
Erê evdalo, evdal, Miftekala şewitî wê bi hez e,
Evdal Miftekalê xopan wê bi hez e,
Êvar e roj di Qolîbaba da wergeriya tê dibeze,
Êvar e roj di Qolîbaba da wergeriya tê dibeze,
Xizerkê daye di xêliyê bûkê teze,
Mi go kulê tê bikevî mala Sedê Silikê, Mistê Kalo.
De mi go were, vê êvar da çîçike kendalê avê bi dêz ketî,
Mi go mêra me dikuje, heyfa me vedike, heyfê kevn û teze,
Evdal im, evdal im, evdal im, evdal im, evdal im,
Lo lo evdal tu yî, wê wê, sefîl wez im.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î