Rizayê Elî - Kêrza Şewitî
wêneyê hunermendî:ê 18 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rizayê Elî - Kêrza Şewitî

Êlê Kêrza şewitî wê bi jor e,
Lê Kêrza xopan wê bi jor e,
De vê sibê kaxizekê şande pey kekê Koloz Begê siwarê Nenê wê wê her tim zor e,
A nêynim, nêynim, felek nêynim.
De mi go kaxizekê şande pey kekê Koloz Begê,
Siwarê Nenê, hê hê hê, lê her tim zor e,
De gava şirît avêtine gerdena kekê Koloz Begê siyarî Nenê,
Lê xwîn gevez e, lo qapût sor e,
A nêynim, nêynim, felek nêynim.
Êlê Kêrza şewitî vê wê bi stirî,
Lê Kêrza xopan wê bi stirî,
De mi go gava şirît avêtine gerdena kekê Koloz Begê, siyarê Nenê,
Êlê gulî ji hewara xwe desmal hilda lo têr digirî,
A nêynim, nêynim, felek nêynim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î