Rodî - Azad
wêneyê hunermendî:ê 76 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rodî - Azad

Diyarbekir bajarek çi baş e
Diherin diherin çi zalim aş e
Ez hîna nemirîme canê min xweş e
Tu jî baş bizane va dirêj meş e

Kêfa min reviya, riya min kaş e
Ma tu nabînî qey çavê te şaş e
Dengê xwe bilindke, heqê te jî hey
Kêr hat ser hestiy e, zulim nameşe

Bi kurmancî xeberde
Ciwanan azad berde
Siya xwe ne li serde

Hawadîsê reş hene televîzyonê da
Perîşaniya me dîsa di nav rojevê da
Telefon lêxist, şiyar bûm ji xweê
Hevalê min go keko tu nemînî xewê da

Hêrsa min rabû, destê min lerziya
Tofanekî mezin hatiye ser me da
Mal xirap ji hebûna xwe ditirsiya
Bombekî teqiya, di nav dilê min da

Li ser kursiya qahwê runiştim
Rojname dixwinîm, nivîs min kuştin
Ketim nav xeyalê, li halê xwe dinêrim
Xwîn bi xwînê çi wext hatiye şuştin

Ew çi zalim in te cahil xistin
Navê te kurd e, zimanê te kuştin
Tu niha vê rastiya xwe qebul nakî
De bes e çavê xwe veke çi ji te ra îştin



 

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î
wêneyê hunermend
Tazî
66 0
wêneyê hunermend
Bes e
74 0
wêneyê hunermend
Dîsa
76 0
wêneyê hunermend
Xerîp
73 0
wêneyê hunermend
Şans
65 0
wêneyê hunermend
Berde
86 0
wêneyê hunermend
Leyla
59 0
wêneyê hunermend
Vegere
72 0