A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojda & Çiya Şenses - Evîna Te
26 Xwendin
0 Ecibandin
Gotinên Stranan

Rojda & Çiya Şenses - Evîna Te

Evîna te kul û derd e
Tu dûrî'm xistin bi ser de
Ku tu bêjî dev ji min berde
Mirin xweştir ji vî halî

Pênc şeş sala dosta min bî
Çawa yekî dî ji xwe re bibe
Agir dikevî kezebê
Mirin xweştir ji vî halî

Ax ji derdê van nezana
Te ez xistim ser zimana
Heyfa evînê erzan a
Mirin xweştir ji vî halî

Ez çar sala yar nabînim
Rojek xweşî ji xwe'r nabînim
Her roj Ezraîl dibînim
Mirin xweştir ji vî halî

Gotin û Muzîk: Faris Bavê Firas
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Stranên din ên Stranbêjî/ê