Rojda - Lawê Min
wêneyê hunermendî:ê 77 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rojda - Lawê Min

Lawê min bûye hevalê Egîd, lawê min
Lawê min bûye şervanekî herî mezin
Digere li nav deşt û çiya, lawê min
Lawê min bûye teyrên baz
Li serê çiya difire, lawê min, berxê min
Te dilê dayika xwe pir şa kir
Te dilê dayika xwe pir şa kir

Were were lawê min
Were were dilê min
Mizgînî bide min

Bêje welat azad bûye
Bêje welat şer xilas bûye
Bêje welat aşîtî bûye
Bêje welat zilm û zorî, xelas bûye
Lawê min, berxê min
Tu roniya dayika xwe
Tu hêviya dayika xwe

Lawê min min te mezin kir
Lawê min bi hêviyek, gelekî mezin
Lawê min min go tu tim serfiraz bimeşî
Lawê min ez te gelek dilxweş im
Gava te xatir ji min xwest
-Ax derew nakim lawê min-
Piçek dilê min şikest lawê min
Ew çax min zanî lawê min mezin bûye
Xatirê dayika xwe dixwaze
Lawê min, berxê min
Çiqas dayika te ji te gelek hez kirî
Min te têr hemêz nekir
Min bêhna te nekişand nava dil û cîgera xwe

Were were lawê min
Bêje bêje lawê min
Mizgînî bide min

Bêje welat azad bûye
Bêje ez têm dayikam
Bêje ez têm dayikam
Ez benda te me
Ez hêviya te me
Ez benda te me
Ez hêviya te me
Lawê min, berxê min
Tu roniya dayika xwe

Gotin û Muzîk: Rojda Şenses
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?