Rojda - Ehmedê Mala Mûsa
wêneyê hunermendî:ê 200 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rojda - Ehmedê Mala Mûsa

Ax heywax li min, heywax li min lê mala minê
Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê
Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê
Hûnê çawa bikûjin xweşmêra ji bo xatirê mi rebenê xweşik jinê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavên reş û belek hûn dibînin îro ax ketinê

Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweşmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e
Tesbîhê di destê wî de ji kevrê şadî, lê ji kehreban e
Ew mêrxasê xweşmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim:
Ew e mêrê bi sed mêran e
Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne

Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê
Keçik û kurikê me derketin govend, şahî lê vê dîlanê
Salihê pismamê min bang kir got:
Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le di eywanê
Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê
Dilê min şewitî lê agir danê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavê reş û belek dibînin hawar, dibînin ax ketinê

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Çavkanî: Seîd Axayê Cizîrî
Berhevkar: Şivan Perwer

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î