Rojda - Gulê
wêneyê hunermendî:ê 133 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rojda - Gulê

Ne tîr û ne xençer bû
Ne mar û ne ejder bû
Bêhna Gulê ez kuştim
Ne şûr û ne şeşderb bû

Ne kanî ne robar e
Dinê êvar û sar e
Rûyê Gule ez kuştim
Erd hevraz e û xwar e

Dinê bêdeng û zer bû
Û tirba min li der bû
Çavên Gulê ez kuştim
Ne êrîş bû ne şer bû

Gotin: Kamîran Alî Bedirxan
Aranje: Mustafa Bîber
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î