Rojda - Xalê Cemîl
wêneyê hunermendî:ê 158 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rojda - Xalê Cemîl

xalê cemîl wez gûne me
Lo lo xalê cemîl min bi heyrano
Wele tu extîyar î dîno w'ez çarde me
Lo lo Xalê Cemîl emrê teyê çûye çil û pênc e w'ez çarde me
Lo lo Xalê Cemîl mal şewityê tuyê ji min qerabe
W'ez ê wez sond xwarî bê çare me
Xalê Cemîl mal şewityê
W'ezê ne pariyê devê mirdarê fena te me
Xalê Cemîl W'ez gûne me

Xalê Cemîl digo lê lê werdem xanimê
Sibe ye mino diyarê qerdîlekê
Lê lê werdem xanima min heyranê qam kelekê lê meş werdekê
Wele tuyê gohê xwe mede qisew kaluka gotina şeytan û fesadiya lo fesadiya xelkê
Bila xwedê û tiela biqedîne miradê min û Werdem xanimê
Şeveke nîvê şevê payîzê heta şefeqê sibê bila wê çaxê li ser sîngê min peya be qasidê mîrata kor felekê
De gidî lê lê gidî lê lê gidî lê lê Werdemê dê gawirê bav ecemê
Ezê qasekî runiştama li kêlekê bila dîsa wa li cemê gidî lê lê Werdemê

Lo lo Xalê Cemîl mal xirabo wele tuyê ji min qerabe tu mezin î şûna xalê min î
Lo lo Xalê Cemîl tu mezin î şûna bavê min î
Lo lo Xalê Cemîl ez gede me mal xirabo wele tu mezin î
Lo lo Xalê Cemîl tuyê nebe sebeba lo lo qedera min î
Xalê Cemîl w'ez gûne me
Xalê Cemîl lo w'ez birîndar im w'ez birîndarê destê kesê kal im
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î