Rojda - Xerîba Beyanî
wêneyê hunermendî:ê 375 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rojda - Xerîba Beyanî

Xerîb gotegot e...
Cotyar çûne cot e
Xerîbê kember difrote

Oy oy li min xerîbê...
Bê tal û nesîbê
xwedê neke kes xerîbê

Lê lê dayê rebenê, dayê rebenê min got
Min ji ciwanîya xwe xêr nedît
Dayê rebenê, dayê rebenê, dayê rebenê
Ew ê bibûna kul û sebeba ciwanîya min rebena xwedê
Ew ê xêr ji ciwanîya xwe nebînin
Dayê rebenê wêêêê hêêê wêêê hêêê

Xerîba beyanî...
Agir girte xanî bi kes halê xerîbê nezanî

Xerîbê çû avê
Qeytan kete navê
Xwe heram kir nanê bavê

Xerîba xwedê yo...
Ber bergê rojê yo
Hesreta dayik û bavê yo

Xerîba beyanî...
agir girte xanî bi kes halê xerîbê nizanî

Herêm : Sêrt
Gotin muzîk: Gelêrî
Gotinên di navberê de :Rojda AYKOÇ
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î