Rojhan Beken - Lawo
wêneyê hunermendî:ê 46 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rojhan Beken - Lawo

Di bajaren dûr de
Mezin dibe zaroyên wan
Hêviya wan heye
Ji bo sibê û biharên wan

Ber darê jiyanê wan
Kefxweş e her demê wan
Jîn diherike off
Ji stranên wan

Çima tu mezin nebû
Lo Heseno lawo
Tu negiha hevalên xwe
Porzerê min lawo

Lawo, dengek bide lawo
Çavê xwe veke lawo
Bê te nabe lawo

Lawo, dengek bide lawo
Bê te nabe lawo
Bê te nabe lawo

Lawo tu nebû ciwan
Diya te nedît dîlana te
Me negot: Ki zava?!
Rabe Heseno lawo
Porzerê min lawo
Dijwar e ev zordarî
Emrê te hîn çarde sal e
Ji te re ma gora tarî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?