Rotînda - Ar
wêneyê hunermendî:ê 186 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rotînda - Ar

Ji bo Dayikan?.

Hîn jî can diçin, hîn jî can didin
cangoriyên welatê min
hîn jî can didin
her yek sterkin li ezman
ronî dikin tariya dilan (şevan)
dîsa can diçin, dîsa can
dîsa can digrîn, dîsa can
dema dibînim dayke kî
diaxifim bi wê re
mijar tim hevalin, ka dijên an şehîdin
çavên wê tijî dibe, dilê wê zîz dibe
ger ku hêstir neyen xwarê jî
diniqûtî nav dilê xwe

Daykên şehîdan
bi hurmet we himêz dikim
maç dikim wan destên we
jana dilê we baş dizanim
kerîkê ji canê we nin (lê çi tê ji destê min)
tenê dibêm serbilind bin
serfiraz û bi sebir bin

Hîn jî can didin, hîn jî can diçin
cangoriyên welatê min hîn jî can didin
wan bi keda xwe avakirin
rojên digên azadiyê?

Şehîden me bêhempa nin
ar û rûmeta mezin in
vejîna jiyana paqij
hebûn û keda me nin
Distînin dil û cegeran
weke agirê pizot e
bîr û baweriya me nin
nîşana serkeftinê?.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?