Rotînda - Asê
wêneyê hunermendî:ê 158 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rotînda - Asê

Xeydandin li te nayê
rûyê xwe ji min nezivire
bi nêrînên çavên te
dixwazim bighêjim te
ez û tu wek ax û av
girêdayê hevdu ne
lê çi dikî bike,
dilê min ne êşîne
bizanibe
sozdara dilê te me
ditirsim
cardin te nebînim

Ez asê mam bê te, wek li ser şikêran
negihêştim te wê sibê
jana dilê min mezin bû, jana dilê min kuşt
canê min, canê min êşiya, wê rojê min te nedît
neghêştim neghêştim, min wê rojê te nedît
jana dilê min min kuşt

Bi tenê dixwazim
min tu car ji bîrnekî
bila evîna me
wek Avaşîn zelal be
evîndarî zor e
li serê van çiyan
lê çi dikî bike
sonda me ji bîrneke
dizanî
ji te pir hezdikim
ditirsim
cardin te nebînim

Gotin & Muzîk: Rotînda
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?