Rotînda - Aten
wêneyê hunermendî:ê 145 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rotînda - Aten

Tu ji bo min wek hevalên li çiyan î
gav seat, deqe di bîrya min dayi
bîrya wan çavên te yên reş dikim
tim dikenin, li ber çavên min in
neçe dûr neçe, bîrya te dikim
bîrya te dikim!..

Dixwazim dengê te bibihîsim
dixwazim carna te himezkim
dixwazim tenê tu min fem bikî
bîrya wan çavên te yên reş dikim

Ne bikêfim ne xemgînim
carna melûl, carna bi qêrîn?
dizanim ji bo te jî pir zor e
çi bikim bi te rehatim girêdan
min ji xwe dûr nehêle
bîrya te dikim, bîrya te

Dema ku ji te veqetim
wê ezmanê şîn biqelişe
ewrên reş hêstir bibarînin
cîhan wê di cîhda bisekine
va tiştekî pir cuda ye
nay ziman ku çawa bêjim
tu min femkê Aten
bîrya te dikinm?

Gotin û Muzîk: Rotînda
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?