Rotînda - Çarçella
wêneyê hunermendî:ê 194 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rotînda - Çarçella

Dimeşî dimeşî naqedin çiya
Pir bilind in Zagros bi qasî xwedan
Kurêjehro Govendê Cîlo û Çarçêla
Sê perçê Kurdistan digêhêjin hev li vira

Ne Îskender ne Tîmûr ne ?Erep ne Fars
Dest hildarî nestandin li ser van çiyan
Her ku serê gelê Kurd ketî tengasî
Hilkişiyan Zagrosan ji bo azadî

Konaxa şervanan î tu Çarçêla
Nav girê Zagrosta ya herî delalî
Çîroka Çarçêla pir bi jan e
Çarçêla wek çarperçê Kurdistan e
Çar demsal Çarçêla bi berf dixemilî
Bihuşta Zagrosa tu yî Çarçêla
Wek pola, hêlîna hevalan î
Diparêzî gerîlla, bijî Çarçela

Zagros cîhê zayiya mirovahiyê ye
Pîroz e li vir jiyan, pir kevn e dîrok
Rengîn e xweza li vir, bi xeml in zinar
Şanzdeh hezar çîçek dijên li ser Zagrosan

Ne Îskender ne Tîmûr ne ?Erep ne Fars
Dest hildarî nestandin li ser van çiyan
Her ku serê gelê Kurd ketî tengasî
Hilkişiyan Zagrosan ji bo azadî

Konaxa şervanan î tu Çarçêla
Nav girê Zagros da ya herî delalî
Çîroka Çarçêla pir bi jan e
Çarçêla wek çarperçê Kurdistan e
Çar demsal Çarçêla bi berf dixemilî
Bihuşta Zagrosan tu yî Çarçêla
Wek pola, hêlîna hevalan î
Diparêzî gerîlla, bijî Çarçela
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?