Rotînda - Navê Min Egîd e
wêneyê hunermendî:ê 483 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rotînda - Navê Min Egîd e

Hêsir dikeve çavên min
Ez nahêlim werin xwarê
Jan dikeve dilê min
Ez nahêlim, bila kêf nekeve dilê dijmin

Navê min Egîd e navê min
Pirsa min bikin ji dîrokê
Min bigerin li şoreşê
Navê min Egîd e navê min

Doza min biratî ye doza min
Doza min wekhevî ye doza min
Li çar hawirdorê dinê
Dengê şoreşgeran tê guhê min

Belengaziya gelê mazlûm bese êdî
Bila bikenin zarok
Me serî hilda ji bo gelan
Em serî radikin ji bo xilasî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?