Rotînda - Sîser
wêneyê hunermendî:ê 126 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rotînda - Sîser

Sal 1994 meha tîrmehê
Sê rojên germ li geliyê Şêx Cuma
Li navbera çiyayên Sîser, Kember û Kûris da
Bîst teyrên çiya rih girê dan
Di nava dîlana şoreşê da,
Hezar silav ji we re,
Zarokên roj û agirî

Bi xemla sê bûkê serbilind
Çiyayê Kember, Kûris û Sîser
Berxwedana wan sê xwişkan
Ketiye nava dilê gerîla
Berxwedana wan sê çiyan
Bi xemla sê bûkê serbilind
Çiyayê Kember, Kûris û Sîser
Li navenda wan diherike
Di gelîyê Şêx Cuma, Çemê Gazal

Ho, lêxin hevalno lêxin
Bihere wa bi çar aliyan
Ev gerîla tim gerîla
Wek teyr in serê çiya
Dikin tola sed salan
Didin can û rihê xwe

Mirov dixwaze tî û birçî
Bijî li ser vî axê
"Û ger gerînekî tê de hebe"
Ew bixuye Kurdistan

Ho, lêxin hevalno lêxin
Xwînxwara dînin çokan
Ho, lêxin hevalno lêxin
Kedxwara dînin çokan
Ev gerîla tim gerîla
Wek teyr in serê çiya

Cûdî, Zagros û Agirî
Niha gihîştin Nûrhaqê
Gabar, Mûnzûr û Nemrûd
Niha gihîştin Torosa
Ev gerîla tim gerîla
Wek teyr in serê çiya

Mirov dixwaze tî û birçî
Bijî li ser vî axê
"Û ger gerînekî tê de hebe"
Ew bixuye Kurdistan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?