Rotînda - Stranê Me
wêneyê hunermendî:ê 99 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rotînda - Stranê Me

Her stranê welatê min
asê ye bi qasî çiyan
her stranê welatê min
xweş ware mîna zozan
her stranê welatê min
tîne ziman eşq û derdan
her stranê welatê min
evîna dilê Kurdan
tîne, tîne ziman

Ax lê weso lê lê lê wesîla ye way way
te por sorê lê lê lê henê dayê way way
teşî ristê lê lê lê çû serayê way way

Fatîmam cordê yêna dorê dorê lê fatîmamin
porê xo p3eyserdana fatîmamin delal min
ronişti ya kurşî sêro dorê lê fatimamin
ronişti ya kurşî sêr fatimamin delala min

Tu bi zeyn tu bi zeyn tu bi zeynî Zeynebê
Tu bi zeyn tu bi zeyn tu bi zeynî merhemê
baxçê Zeynê bi nok e Zeynebê
şivanê bi hokê hokê merhemê

Par qîz bû îsal bûk e
Zeynebê, par qîz bû îsal bûk e merhemê
tu bi zeyn, tu bi zeyn tu bi zeynî Zeynebê
tu bi zeyn tu bi zeyn tu bi zeynî merhemê
Rotînda ? Evîndara Te Me
Çima ez dema li çavên te dinêrim
Gulpa gulpa dilê min e
Nizam çima dicirifim

Tu dibê ez jî ji te hez dikim
Lê tu min dihêli û diherî
Ez evîndara te me

Bi tenê daxwaza min
Bi tenê hêvîya min
Û ez tim bi hesret im
Wa ez têm dilxwaza min

Çima ez dema navê te dibihîzim
Dilê min pirr xweş dibe
Çavên min tijî hêstir
Xwezîla ez jî bi te re bihatima

Mîna teyran bifiriyama
Li wan deşt û çiyan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?