Ruşen Alkar & Ali Tekbaş - Dêra Hînê
wêneyê hunermendî:ê 43 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ruşen Alkar & Ali Tekbaş - Dêra Hînê

Bêje dêra hînê, ay lo dêra hîne ye,

Wele bejn û bala delala dile min wek kevoka, ay lo li ser hêlînê ye,
Wele ji xêra xudê re tu bûka mala bavê min bûya bila heft sala ez bûma qatil û mehkûmê
Wele wey lo li min dil kule hefsika, ay lo li vê Mêrdînê.

Wele lo lo delalê dilê mino îşev şeve, ay lo şeva xêra ye,
Wele mela çû mizgeftê, keşa û matran berê xwe da ay, ay lo kevne dêra ay,
Belê xudê ezê hingê terka çavê reş û belek bikim heta li ser singa min bibe xirêna,
Wele wey lo min dil kulê, ay lo bi tevr û bêra ay.

Wele lo lo delalê dilê mino, min go minê xewnek dîto, ay lo xewnê xewna ay,
Wele bejn û bala zirav derê mala bavê min ra çandin, ay lo takê tevna ay,
Wele ji xêra xudê re ezê miriyê qebrîstana gira biya xelkê ne gota lo lo lawiko,
Wele we heyraniko oy oy, ay lo te ya kevna ay.

Gotin û Muzîk: Gelêrî/Şirnex
Çavkanî: Kurdê û Henîfe
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?