Ruşen Alkar - Sînano Kirîv
wêneyê hunermendî:ê 121 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ruşen Alkar - Sînano Kirîv

Were lo Sînano lo, lo kirîva te me lo.
Sînan dora Çipinî ya wêran bişewite lo, lo li ber avê ye lo.
Belê wê sibekê Sînanê kirîv lê kihêle sûwar bûye,
Kihêlê tîne lo, lo li ser avê ye lo.

Ezê rabim tasa xwe li ava zelal xînim, bidim destê Sînanê kirîv.
Ezê bêjîm kirîvo qurban tu yê vexwe ji destê lo, lo min Sakîneyê lo.

Sînan qurban dora çemê Çamê lo, lo pûng û şirt e lo.
Belê qirş û qalên di ber hatin lo, lo bû lêmişt e lo.
Erê Sakînayî bêmamo bûye masiyek sipî ji masiyên gola Hêmo.
Wele bêbavên Hudediyan tor avêtin lo, lo loji xwe re girtin lo.

Were lo Sînano lo, lo kirîva te me lo.
Wele şûrê Şamê lo, lo li pişta te me lo.
De tuyê xema nekşîne Sakînayî bêmamo soz û qirarê dide,
Ger ez bimrim ji axa sar re, ger ez bimînim lo, lo wez ya te me lo.

Gotin û Muzîk: Gelêrî/Riha-Siwêreg
Çavkanî: Gulîstan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?