Rûzbeh - Sefer
wêneyê hunermendî:ê 58 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rûzbeh - Sefer

Sefer çarenuse, be naçar royştim, to megrî
Esîrim, esîrim be yasay rojgar, to megrî
Lêre roj her şewe, her şewe, şewezeng mîwane
Tenanet toşim win kirduwe lem siye şewane

Gerçî dûre şwênim, şwênekem berdîne sinure
Nêwanman pirdî kaxezîne, bellam dûre dûre
Min lêre şewane xewnî pencerekan ebînim
Ezanim xewnim lê zewt biken, mehalle bimênim

Min errom û errom ta awatî geşî geyştin
To megrî, ba ejnom nelerzê le katî royştin
Ger şepol bête daw yan şemall biwestê le şwênê
Rûhî tînûy minîş ewestê û le şwênêk emênê

Giryanit nerme bay besozî axirîn ahekan
To megrî, ba dillî naskî gullekan neyete jan
Giryanit şirovey çoleke û hêlane û reşeba
Pejareş qefes û qenarey jûrî tak û tenya

Honrawe: sîmîn çayçî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î