Şahê Bedo - Dilêm Loy Loy
wêneyê hunermendî:ê 231 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şahê Bedo - Dilêm Loy Loy

Dilê'm loy loy loy., Dilê'm suwaro dilo
Delalo wezê hatim lo tu ne li malî
Rondika çavê minê wezê hatim lo tu ne li malî
Tu biçûkî lo bi histîxwar î
Wez xarzî me tu kurxal î
Delalê dilê'm,
tim têm tu ne li mal î
Ax dilê'm loy loy loy., Dilê'm suwaro dilo.
Wele min go xwezila tu
malxêwiya bî ez bermalî
Ax dilê'm loy loy loy., Dilê'm suwaro dilo

Delalê dilê mino
tu nebûhatayî li der da
Rondika çavê mino min go,
tu nebûhatayî li der da.
Wezê hûrik hûrik rabûyam li ber da
Minê delalê dilê xwe ra têr xeberda
Ax dilê'm loy loy loy., Dilê'm suwaro dilo
Wele min go xwezila
tu malxêwiya bî ez bermalî.
Dilê'm loy loy loy., Dilê'm suwaro dilo

Delalê dilê mino wezê şêrîn şêrîn
têm lo tu ne li malî.
Rondika çavê minê wezê şêrîn şêrîn
têm lo tu ne li malî
Wezê rabim delalê dilê xwe ra
dayînim cîh û balgî, berpalî.
Delaliya dilê'm nexweş e, hûrik dinalî
Dilê'm loy loy loy., Dilê'm suwaro dilo
Wele min go xwezila
tu malxêwiya bî ez bermalî
Ax dilê'm loy loy loy., Dilê'm suwaro dilo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?