Şahê Bedo - Ey Dîlberê
wêneyê hunermendî:ê 153 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şahê Bedo - Ey Dîlberê

Li baxê min bû zivistan
Way dîlberê li gulîstan
Çilmisî gul bax û bostan
Wêran ez im malêm xirab

Ey dîlberê, tu menale
Feqîyê Teyran êdî kal e
Nexweşekî, pir bêhal e

Suphan ji navê te re tenê
Xalek ji xala gerdenê
Te ez dîn kirim berdam dinê
Wêran ez im malim xerab

Ey dîlberê, tu menale
Feqîyê Teyran êdî kal e
Nexweşekî, pir bêhal e
Lê kalekî pir delal e

Hey dîlberê de tu zanî
Kulîlk vebûn li çiya banî
Bilbil pirs kir: Feqî kanî?
Wêran ez im malim xerab

Ey dîlberê, tu menale
Feqîyê Teyran êdî kal e
Nexweşekî, pir bêhal e

Gotin: Feqiyê Teyran
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?