wêneyê hunermendî:ê 9 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Sait Gezici & Hîraî Zerduş - Na Na

Hero diro bîhna li xwe dike
Tê ber çavan û bar dike
Serê sibê evarê tê diçe
Agir li dilê'm wer dike

Çavê, çavê reş kila dike
Porê xwe hine dike
Bin çava mêze dike
Agir li dilê'm wer dike

Na nina nina na na nina
Tême malê te dixwazim, nebê na
Were rûne heyran li ber bîhna min
Mem û Zîn im, Sîyabend tu Xeca min

Awirê çava jiyanê dixapîne
Evîna wê jînê zor tîne
Gava dixwîne ji halan dertîne
Dibe, dibe dilê min nav tîne

Barê, barê min kir girane
Bê dîn û bê îman e
Qet qe bi halê'm nizane
Qet qe bi halê'm nizane

Na nina nina na na nina
Tême malê te dixwazim, nebê na
Were rûne heyran li ber bîhna min
Mem û Zîn im, Sîyabend tu Xeca min

Gotin û Muzîk: Hîraî Zerduş
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?