Sait Gezici - Xewn
wêneyê hunermendî:ê 62 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Sait Gezici - Xewn

Zarok bûm xewnê min hebûn,
Nehişt feqîrî û tunebûn
Ziwa bûn sorgul û beybûn,
Nizanim bi ku de diçim

Ev çi hal e zalim dinya?
Çima hatim, çima diçim?
Min ti xêr ji emrê xwe nedît,
Kefenê li xwe dipêçim.

Ev çi hal e bêbext dinya?
J'ku ve hatim, b'ku de diçim?
Min ti xêr ji canê xwe nedît,
Kefenê li xwe dipêçim

Roj bi roj birînê min kûr bûn,
Xewn û xeyal ji min dûr bûn
Nizanim gunehê min çi bû,
Gazina xwe ji kê re bêjim?
Nizanim sûncê min çi bû,
Gazina xwe ji kê re bêjim?

Ev çi hal e zalim... (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Tahsin Akgül (Tahsînê Mahsertî)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?