Şakiro - Dêran
wêneyê hunermendî:ê 1315 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şakiro - Dêran

Dêran, Gulê dêranê kejikî wêran bişewite li zinêr e wa li zinêr e hey wayê... Ava corovanî kavil, delû Elo, girecinî wêran, bi duwazdeh tîşan bi ser de, şax veda ye, Îro ji êvar da, hemî xwar e, hemî mêl e...

Min dît sê siwar, siwar bûne, ji Milazgira tewra jêre, siwarê pêşîn Esedê Xêlit e, siwarê selefê siwaran Fetulla ye, siwarê li dawî dajo, çûyin çûyina Gêjo ye, şêl û pêl a têlî reşkal Riza ye, sewta wî sewta kewî nêr e hey wayê...

Hemzoyê Hesen bi sê dengan bang dikirî, digot Rizakê ez bi qurban , tu nizanî Kejik ji berî di paş da, mexelê pezê me ê nêr e hey wayê... Riza bi sê dengan li Esed û Fetulla kire gazî, got em îro ji ber koma şewêsiyan bikişin, Mistefayê Cindî, Hesen paşa, Eshedyen neyar e, em ê sibê li Milazgira jêrîn çi bidin cuhaba bavê xwe têlî reşkal Mistefa yê kale mêr e...... Gere em elqa şewişiyan biqelînin, bûkên serbixêlî bi ser malên bavan de vegerînin, herkes ji xwe re bi destê qîzên xwe bigre bide mêr e hey wayê.... Dêran, Dêrana Esed û Fetulla, Riza her sê siwarê mala bavê xwe bi tenê me hey wayê....

Lê lê Gulê Fatimê rebenê, sibe ye kejikî wêran bişewite, îro ji êvar de gelo malxerabo sere jêr e, ha sere jêr e hey wayê... Îro tu bala xwe bidê berî li ba ye, ha berî li ba ye hey wayê Ava coravanî kavil, delû Elo girecinî wêran, bi duwazdeh tîşan bi ser de, şax veda ye, Min dît sê siwar, ji Milazgira jêrîn jêlû têne fenanî ba ye hey wayê, siwarê pêşîn Esedê Xêlit e, siwarê selefê siwaran Fetulla ye, siwarê li dawî dajo, çûyin çûyina Gêjo ye, şêl û pêl a têlî reşkal Riza ye reben ez im, Eba kî li nava mila ye, biskên ebê, çar tiliyan bi zêrên ecem ji xwe re tev kil daye...

Hemzoyê Hesen bi sê dengan bang dikirî, got Rizakê ez bi qurban , tu nizanî Kejik ji berê berî de,mexelê pezê bavê bava ye hey wayê.... Riza bi sê dengan bang dikir, li Esed û Fetulla ye, got em îro bikişin ji ber koma şewişiya ye, Mistefayê Cindî, Hesen paşa, Eshedyen neyarê kal û bava ye hey wayê... Em ê sibê li Milazgira jêrîn çi bidin cuhaba bavê xwe têlî reşkal Mistefa ye, Gere em elqa şewişiyan biqelînin, bûkên serbixêlî bi ser malê bavan de vegerînin, herkes ji xwe ra bi destên Qîzê xwe bigrin ji kêfê re bidin mêra ye hey wayê...ji bona hersê Egîdên mala bavê xwe bibim dêran...

Lê lê Gulê Fatimê rebenê, bera li me nahata sura sibê, mîna bayê Kejik ji xwe re, bakî dîne, bakî dîne, bera li bejna Esed û Fetulla, Riza hersê Egîdê mala bavê min rebena Xwedê nexîne reben ezim. Min dît sê siwar siwar bûne, ji Milazgira tewra jêrîn jêlû têne fenanî ba ye hey wayê... Tu bala xwe bidê,Siwarê pêşîn Esedê Xêlit e, siwarê selefê siwaran Fetulla ye, siwarê li dawî dajo, çûyin çûyina Gêjo ye, şêl û pêl a têlî reşkal Riza ye. Gejo kêfê distîne, bi hewa de xwe direşîne, tu bala xwe bidê kosteka saeta zêr û zîvîn bi ser Qaşa zînê xwe de dihejîne hey wayê, Fenanî sê gurên xwedayî ne, tu bala xwe bidê,

Hemzoyê Hesen bi sê denga li koma şewişiya kir qêrîne, Emê got, Riza û Fetulla bikujin, Esedê Xêlêt dîl bigirin,bera ji dayê re şewata sêlê bîne hey wayê.

Bûka malê serê xwe bilind kir ji xewa şîrîn e, Got metê mehrûmê eyb e, meriv di mala xwe de xeyba mêrên camêr neke, Egîdên mala bavê min, bi dîl û cegerên xwe guven in, Peyayên ji dayê re, şewata sêlê bîne, ji wan peyan nîn in hey wayê! Metê mehrûmê, peyayê mala bavê min gulîbirê, mêrê tu li meydanê berde Şêr e, xwe bide diharan lê bike guhdar sêr e, tu bala xwe bidê Herçî hespên ji meydanê tene nava malan ez ji te re sond bixwim, Zînî vala Zengî bi xwîn e hey wayê... Peyayê mala bavê min gulî birê, xenî ji Xulaman, kuştine peyayên bi nav û nîşan, Hesen û Husên, Elî û Mihemed, Hemzo zavayê teze, dîl girtine daxistin Milazgira tewra di jêrîne reben ezim... Dengbêj ê sibê bikin kilam û meqam li civatên mîran û hakiman rûnên ji êvara xwedê de, ji xwe re li hev vegerînin hey wayê...

Deran dêran,dêrana Esed û Fetulla, Riza Hersê peyayê mala bavê xwe bi tenê me hey wayê..

Herî dêran, Gulê dêranê sibeye, dilê min gulîbira xwedê pira serê heft newalan, heft newala hey wayê... Ezê bi destê hersê Egîdê mala bavê xwe bigrim, di ser re derbas kim, fenanî sê karên karxezalan reben ezim... Tu bala xwe bidê metê mehrûmê, Egîdê mala bavê min navê xwe qeyd kirin li dosyayên hukumetê derbas kir nav duwalan, hela bala xwe bidê vê sibengê, Herçî hespên ji meydanê tene nava malan, ez ji te re sond bixwim, Zînî vala Zengî bi xwîn e hey wayê...Metê mehrûmê, xenî ji Xulaman, kuştine peyayên bi nav û nîşan, Hesen û Husên, Elî û Mihemed, Hemzo zavayê teze, îro ji êvarda hildane berxên ber hercar malan hey wayê...Dêran dêran.....

Hedê di got Gulê rebenê, tu rabe emê serê kur kin bi heft guzanan, duwazdeh kêran, çewa cihabeke ne bixêrê hatî, dibên li kejîkî wêran mala Emer û Mala Şewêş li hev hanîne qira şêran e, mêran e hey wayê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î