Şakiro - Dilê Rezîl
wêneyê hunermendî:ê 947 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şakiro - Dilê Rezîl

wey xwedê rebbî ca rabe vê sivingê (sibê) ez ê çi bikim ji xwe ji vî dilî.
hela bala xwe bidê vê sivingê malxirabo mi' dî kewa gozel ji xwe re sêl hilanî.
ji mal derket bi ordama qazê vê sivingê dimeşiya di qulinga koçerê jêrîn de dimeşiya lo dimilmilî eman.
gelî heval û hogirno, mi' go "keçê kurmalê! tu ji kê re malê dikî? xwelî li te be, li wî dilî."
go "lawiko, gelo vê sivingê mi' xêr nedî. ji xwe vê sivingê jî**************. ez ê çi bikim gelo vê sivingê malxirabo, dayika 12 dergûşan im, ez ê çi bikim, ji te, ji xwe û ji vî dilî.
hela were qasekê vê sivingê em ê li ser kaniya biniya malan rûnin, derd û kulê dinyalikê tev birêjin. malxirabo ji vî dilê hanê tu çi dibê, tu çi dikulî.”

digo “kuro, kurmalo! sibe ye, heft xwezila bi wî çaxî. ez ê ji gera biniya malan,*************.” te ji min pirsî go “keçê, kurmalê! ********* bi rebbê tu dihebînî, tu ezeb î ya bi mêr î?”
min ji te re got “malxirabo! hela were li malê mêze ke dergûşa hêlanê. bala xwe bidê gelo vê sivingê, tu yê ji vê gotinê re çi bêjî gelo, çi bibî serî.”
min go “keçê kurmalê! min çûye cem melê gundê me, li kitêbê mêze kiriye; qedera min li serê te ye.”
go “lawiko! bi kaxiz û niviştê, bi şêx û melan tu car vê sivingê naçe serî.”

go “delaliyê! heft xwezila bi xêrê xweziyê bi xwedê re; tu ji mala me re bûk bûyayî, ez ji te re malxweyî(malxwedî) bûma. xaliq rebbî gelo vê sivingê li pêşiya konê erebê ez ê rûniştîbûma, min ê bala xwe berdayê, te li biniya malan, ji xwe re keriyê pezê qerqaş dida bêrî.”
min ê bigota “oyy oyy bermaliya mêrê kotî ye.”
ez çi bikim qeder yazî kiriye, îlahî ye. gelî gundî û cînarno gilî, gazin û loman ji dilê min ê rezîl mekin. çav û biriyê reş û belek, şeva îşev min ê ji xwe re di xewna xwe de diye.

*Çavkanî: Mustafa Dogan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î