Şakiro - Emro
wêneyê hunermendî:ê 868 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şakiro - Emro

Emrooo
Emro sibe ye ,qîz û bûkê gundê me meşyane avê
Delêêê…
Bejnzirava ,çepildirêja ,porkeja ,navqendîla xwe dane pêşyê
Kinan û miskînan û dê kotya xwe dane dawyê
Qemera min e bi nîşanî dixemilî ser xatirê dilê rezîl xwe dabû navê
Gelî gundî û cînarno gilî û gazinc û loma ji mi nekin
Mi sond xwarî tu cara di ser kewa xwe ya kubar ra li tu qîz û bûkê xelkê nakim merhebatyê tu silavê
Gidîno ,kubara mina nazik û nazenîn
Fenanî başokekê ji golî xêmo rabe
Etegê sînê bi sînegê ,pelê xwe diweşîne ji berfê ji qeravyê ji xwunavê
Ema dê ecemê lê…
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be , ezê ji bona te mirî me
Ax zalimê nizanim tu çawanî

Emrooo
Emro sibe ye vê sibeyê ezê çûme Heleba şewitî
Ciyê gewran û rindan dîkê şevê nîvê di şevê li mi xulxuland
De lêêêê
Welatê xerîb û dûri jê dideral bû
Ezê nexweşî bêhal ,nexweşî nava cî bûm
Bêqewl û bêlêzimo , bêkes û bêxwedî bûm
Serê mi li ser balgî û balîfê,çavê mi’l xewê bû
Guhê mi’l guhdaryê bû , mi serê xwe ji xewa şîrîn bilin kir
Mi dî cotepîrê melûmê kevza ber serê mi selî bû
Berxê, yekî kefenê mi dibirî,yekî meqes hildabû difesiland
Mirin emrê Xwedê ye ,ez dimirim
Mi dî kubara min xwe dabû ber pencerê
Bi qramê derema kilê siphanê dikira belekçava
Bê dîlberê xwezla mi bizanibya
Gavê dina tê ji kê re dineqişa wa dixemiland
Ema dê ecemê lê hê lê hê
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be
Ezê’j bona te mirî me ,ax zalimê nizanim hêê lo tu çawanî …


(Deşîfrasyona ji dengê Dengbêj Şakiro: Ardîxan Alûcî)
Şîrove
logo
Ali Fuat Özkahraman 01-02-2020 08:34:10
Ez pir kêfxweşbum,hun xizmetekî giranbuha pêktînin.Min gelekî caran dengbêja guhdarî dikir,lê rind famnedikir ka çi dibêjin.Tweet e kî parîvekiribu wisa pê hisyam.Herhebî.

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î