Şakiro - Yar Yar Felek
wêneyê hunermendî:ê 2353 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şakiro - Yar Yar Felek

Ax felekê mala te xerab be, gemî diçûn mane kelek, me yê li dinyalika derewîn derbas kirî şêx û mele pirr û pirr gelek, lolo xelko dibûn aşiqê mal û hal û temenê dinyalikê, ez evdalê xwedê bûm aşiqê bejn û bala şêxan û mirşudan, şêx Evdila şêxê zirav, çav û biriyên reş û belek zalim felek.
Ax felekê, ez ê bi gaz bêlanên bilin ketim, gidîno gelî kurbû ez daketim, xewka min hat û ez raketim, min dît feleka malxerab bi sê dengan deng li te kir, got: Dilo tşrazayî, Qelbo tşhişyar be, de rabe bê qewlo, bê qeraro emrê te ketiye heftê û heyştê salî, te emrê xwe derbas kir, dinya xwe kir, emrê te tam li qerara xwe kir, heval û hogiran terka te kir.
Lo bê qewloooooo, de tşrabe mirina malik xerab nêzîkî me mêzekir yar yar felek, zalim felek....
axxxxx Felekê,
ez ê bi gaz û bêlanên bilind ketim temamî belekîne,
di bin de çem û çav kanî ne, di ser de mêrg û çîmen û zozanên qedîmî ne, ezê salê carekî qûçekî lê datîn im, felek xayine qûça min hildişîne, lewma vê sibengê serê dilê min bi kul û derd û bi şax, bi elem jê bi birîn e, tşdêhna xwe bidê, min xwe berda Diyarbekira di rengîn e, li ser doxtor û ser tebîb û qomisyonên ejnebî ne, min got: Doxtoro bi te kim, tşbi Rebbê di jorîn e, tşdermaneke ji birîna min re bibîn e.
Got: mala te xerab be, herçî kesê kştîra eşqê li serê dilê wî bixîne, dermanê birîna wî li ba min nîn e, tşdêhna xwe bidê, tîra eşqê li serê dilê te daye, dermanê birîna te tûnîne.
De tşrabe, destê xwe ji etega xaliqê alemê, rebê jorîn meqetîne, li jêrê bavêje vê sibengê, etega mala şêx mihemedê kufrayê, di nava şêxan de fenanî guleke jê bi bêhn e, şêx Ehmedê Amasyê kekê şêx Nûreddîn e, seydayê taxê, vê sibengê, mal xerabo, şêx Eliyê Palû yê, şêx Seîd efendî kekê şêx Xiyaseddîn e, tşdêhna xwe bidê, min xwe berda Diyarbekira di rengîn e, li ser doxtor û ser tebîb û qomisyonên ejnebî ne, min got: Doxtoro bi te kim, tşbi Rebbê di jorîn e, tşdermaneke ji birîna min re bibîn e.
Got: mala te xerab be, herçî kesê kştîra eşqê li serê dilê wî bixîne, dermanê birîna wî li ba min nîn e, tşdêhna xwe bidê, tîra eşqê li serê dilê te daye, dermanê birîna te tûnîne.
Lo bê qewloooooo, de tşrabe mirina malik xerab nêzîkî me mêzekir yar yar felek, zalim felek....

Ji ber kasêtê nivîsandin: Xakî Bîngol
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î