Salihê Qûbînê - Bavê Fexriya
wêneyê hunermendî:ê 184 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Salihê Qûbînê - Bavê Fexriya

Bavê Fexriya ew bihar e wextê cota
Ji xêra mala xweziyê Xwedê re
Min serê xwe daniya li ser çokê Bavê Fexriya
Min kul û derdê rezîl têr jê re bigota

Bavê Fexriya ew bihar e
Ji kula dilê min re xweş bihar e
Min dî Bavê Fexriya, Kekê Yaho, Torinê Mala Ezo
Ji mal derket li Gêjo siwar e
Gêjo di bin Bavê Fexriya de dîn û har e
Derket Kavanê Qîre bi sê dengan kir hewar e
Min nizanibû Bavê Fexriya, Kekê Yaho, Torinê Mala Ezo
Ji tilî û pêçiyên xwe birîndar e
Ez ê rabim xwe bavêjim
Tor û bextê Helakêrê File vî hekîmî
Li bextê te û Xwedê me
Birînên Bavê Fexriya, Kekê Yeho, Torinê Mala Ezo
Bikewîne bi eşq û dil e
Ber û memikên min evdala Xwedê
Ji birînên bavê Fexriya re bike piştderman e

Bavê Fexriya, heyra li min hatî êvara înê
Ez ê rabim ciyê Bavê Fexriya, Kekê Yeho, Torinê Mala Ezo
Deynim li koçka jorî li eywanê li şaneşînê
Ez ê xwe bavêjim tor û bextê Helakêrê File vî hekîmî
Bêjim, li bextê te û Xwedê me birînên Bavê Fexriya bikewîne
Ber û memikê min evdala Xwedê
Ji birînên bavê Fexriya re
Bike melhema li ser birînê

Bavê Fexriya, heyra bejna te zirav e
Ji xoxa xemilandî
Min rojê sê cara pê girtî ji eşqa dilê rezîl
Bi ser xwe de daweşandî
Rabe sala îsal bi destê min xemşê min karxezala
Ji xwe re bigire birevîne
Bavêje Xeta Sûrî nav erebên lêvdeqandî

Bavê Fexriya, heyra çem û çemê Bişêriyê
Zozan xweş e li arzem îro li koçeriyê
Çi qas zewaca bi dil xweş e
Li mala bavê li ser hewiyê
Bi destê min xemşê min karxezala
Ji xwe re bigire birevîne
Bibe li hêwiyê

Bavê Fexriya heyra çem û çemê Bişêriyê
Kelekvana kelekê xwe berdane dûv gemiyê
Ji xêra mala xweziyê Xwedê re
Hikûmeta Cimûryetê fermana min jî rakira
Ez ê çend saleka bi Bavê Fexriya re
Bi mehkûmê serê çiyê
Min ê pê re serê xwe daniya
Li ser dara mîrata modoliyê

Bavê Fexriya, heyra dora kaniyê dora min e
Bila serê heft bavê min bixwe
Zendê min tev bazin e
Ez çi bikim cerê avê li milê min e
Bavê Fexriya, kekê Yeho, Torinê Mala Ezo
Li binya kaniyê tî ye ji xwe re li hêviya min e
Tirsa min heye ji wê tirsê
Yekî derbekê lê xe bejn û bala
Bavê Fexriya, Kekê Yeho, Torinê Mala Ezo
Wê ew jî bibe cirmekî bikeve ser milê bavê min e

Bavê Fexriya, heyra çem û çemê Omeriya
Binêre ji xwe re li Sûriyê li keriyê berx û miya
Min dî şeva nîvê şevê destekî sar ê cemidî
Li nava taxima sing û berê min geriya
Min got, qê Bavê Fexriya bi xêr û silamet
Ji Xeta Sûrî ji mehkûmiyê ji firariyê
Li ser çavên min ve dageriya
Min nizanibû ‘Keçika şevê’ bû bi min keniya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?