Salihê Qûbînê - Behcetê Dawûd
wêneyê hunermendî:ê 98 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Salihê Qûbînê - Behcetê Dawûd

Fermo vê gavê jî hûn û kilama qewimînê:
Naciyayê bi sê denga gazî dikir
Dibê: Hafîze lê xweyê Nisafê lê dayê
Wezê bi reben im wezê bi rebena mêra me
Le wezê bi dêrana mêra me
Ezê bi rebena Behcetê Dawûd
Kuştiyê di xew de me dayê
Naciyayê dibê Hafîze lê xweyê
Nisafê lê dayê rebenê serê min dêşî
Çi qas dilê min di xemê de
Kuştina Behcetê Dawûd axayê şekirî
Le kêmahiya her heft bavê Elikan
Heyfa her kesî lê tê
Ji xêra mala xweziyê Xwedê re
Çaxê li Behcetê Dawûd li axayê şekirî
Dibû pêsîrtengî
Bila tê de derketa serê cotê kura
Le weka şerê mîrek û çerkezan
şer xweş bikirana li odê de
Le belgî li ser cinazê bavêm
Çend hebekî bikuştana di ber heyfê de
Na wile ji ber û pismaman tê de derketa
Serê Xelîlê Dawûd çi mîna ye mîna
Gurê nav keriya ye
Le mêran bikuşta şopê rast bikira
Weka şopa ziya
Le wezê bi reben im
Wezê bi rebena mêra me
Le wezê bi dêrana mêra me
Ezê bi rebena Behcetê Dawûd
Kuştiyê di xew de me dayê

Le Naciyayê dibê Hafîze lê xweyê
Nisafê lê dayê rebenê sibe ye
Serê min dêşî çi qas dengê bê tê
Le seet li nehê şevê û pê de
Li goyê me xweş tê
Dengê mîratê Balçîqa û Teqarifa
Ji bireka bavê min rebenê ji rexê Zêwikê tê
Kuştina Behcetê Dawûd axayê Elikan
Le kêmahiya her heft babê Elika ye
Lawo heyfa her kesî lê tê
Kesekî xwedanî xêra tunene
Cewabekê bide Sêrtê
Le bêje şefîq mala te xirab be
Kuştine Behcetê Dawûd
Axayê şekirî di xewê de

Naciya dibê Hafîze lê xweyê Nisafê lê dayê
Serê min dêşî çi qas dilê min di xemê de
Serê dilê min bi kul e bi derd e
Weka mîla seetê çi qas lê de
Seet li nehê şevê û pê de
Li goyê min xweş tê
Dengê mîratê Balçîqa û Teqarifa
Ji bireka mala bavê min rebenê
Ji rexê Zêwikê ve diteqiya
Ezê bi reben im rebena mêra me
Ezê bi dêrana mêra me
Ezê bi rebena Behcetê Dawûd
Kuştiyê di xewê de
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?