Salihê Qûbînê - Şerê Pêncînaran û Elîkan
wêneyê hunermendî:ê 226 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Salihê Qûbînê - Şerê Pêncînaran û Elîkan

Silêmanê Mistê: Gula Mala Dîbo
Erê ha dayêêê, ha dayêêê, ha dayêêê, ha dayêêê, ha dayêê
Xatê dibêê Silêmanoo lawo memanî
Ji kula dilê min re lawo xweş memanîîîeûû ayyyy
Silêmanê Mistê; Bavê Xelîl, Bavê Faris
Bavê Ezê, Kekê Bedêêê le Gula Mala Dibo
Kum û kolozê xwe girêda lawo bi romanîîî
Lawo kum û kolozê xwe girêdaaa bi romanîîî
Destekî cilê şevê li xwe kir, wê rojê hilanîî
Rext û qatiya girê dabûû destê xwe avête qayişa
Tivinga Elemanîî
Xwe berdaye Sîxûra malê binyê mîrata Mizareşêê
Birek devrûtê Mala Dîbooo, ji kezebşewityaaa Reysê Derwêş
Cindiyê Hacîî, Birahîmê Mamûd
Lawo van şevgeran dayê bi xwe re hilanîîînnnûûûeeêêêû
Lawo van şevgeran dayê bi xwe re hilanîîîn
Xwe berdaye Pira Memikan, li Borê Qumaro de derbas bûn,
Li Warê Gundir deee hevraz bûn, derketine
Gaza Çiyayê Kolik, Zengayê Mamoo
Li hafa Deşta Xerzan di Warê Simê de rûniştin
şêwr û mişêwireteka giran danîîn
Sê heb şade şûtên Silêmanê Mistê Bavê Xelîl
Gula Mala Dîbo hene xwe berdaye Deşta Xerzan
Peşiya terş û talanê Mala Farooo
Talanê giran bi nijdevanîî
Terş û talanê Xatimiyan
Terş û talanê Mala Keran
Terş û talanê Mala Faro
Ga û gamêşê nozde cotan
Ji Gola Modê
Ji Xata diya xwe re lawo vê sibê diyarî anîîeeêêêû
Were ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêêê
Ha weylêêê, ha weylêê
Xatê dibê Silêmano lawooo
Carê bi nezanî terş û talanê Xatma neynin
Talanê Mala Faro yee
Herçî Mala Faro ne mêrî ne, mêrkuj in
Terş û talanan tînin
Hûn xweyê bavê min bûyo
Terş û talanên xwe vegerîniineeêêaaxay
Haîhahîhîîî
Le Xatêê dibê Silêmano lawo memanî
Ji kula dilê minoo te re berxêm lawo xweş memanîîî
Vê sibê peyakî derketî ji Xopana Xatma
Lawo ji xwe re bi hewar û gazîîî
Hewar daye Gozelderêê, Marîbêê, Eynqesrêê
Cemîlê Çeto Bavê Feremez
Di Qesra Eynqesrê de rûniştin û şêwr û
mişêwireteke giran danîîîn
Le qirara kuştina Silêmanê Mistê
Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo lawo
Bi xwe re hilanîîn
Xwe berdaye Deşta Xerzan dayê bi giranîîîeeêêaaaxê
Lawo xwe berdabû Deşta Xerzan dayêê bi giranîîî
Ewî qîrekî dabû
Li Mûsikan, li Weliyan, li Kejikan, li Ferxikan
Li Terxaniyan, li Miradan, li Mala şemdîn
Li heft bavên Pencînaran
Xwe berdane Deşta Xerzan
Bîra Kurêdiya, girtine Pozê Xatma
Rêçiyan rêç û dews û çepera Silêmanê
min deranîîeeêheêax
Haîhaîîî
Were ha weylêêê, ha weylêêê
Ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêê
Xatê digo Silêmano lawo
Wezê diyarê Çiyayê Kolik bi Zengayê Mamo
Ketim lawo li vî banîîî
Bala xwe bidê Cemîlê Çeto Bavê Feremez
Bi siwariyên hespê li xulaman lawo dikir gazîî
Bavê mino hûnê mêr in mêrê çê ne, çê bixebitin
Bi sê dengaaa li Silêmanê Mistê Bavê Xelîl
Gula Mala Dîbo dikir gazîîî
Dibê, lawo ezê îro wê yekê bi serê we de bînim
Tu rojeka wekî roja îro
Li terş û talanê camêra nedî
Ji xwe re nebî lawo bi mêranîîî
Îro giran e dengê têzê tivinga ketine Çiyayê Kolik
Zengayê Mamo li ser serê Silêmanê Mistê
Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo lawo îro kirine kafirstanîîî
Le Xatê dibê: Silêmano lawo
Carê te digo, hevza xwe bike lawo ji hemî hevzî
Hevza xwe bike ji kozikên serê Çiyayê Kolik
Lawo kozikê Mala Faro neeee
Lawo nîşanê Mala Faro zehf in pir gelek in
Temamî bi kimkevej in
Destê wana bi sustem in
Dê rebeno nîşançî ne
Serê kewa berenadinnnnn hahî hahîîîî
Were ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêêê
Ha weylêêê, ha weylêê
Xatê dibê Silêmano lawo
Dêhn û bala min lê ye min dît çend peyayê
Mala Dîbo li serê Çiyayê Kolik lawoo dageriyan
Ezê rabim cerê xwe hildim
Li pêşiya van xweşmêrên Mala Dîbo bisekinim
Ezê dibêm, di bextê we û Xwedê me
Silêman û Ebê, Reysê Derwêş, Cindiyê Hacî
Birahîmê Mamûd kane lawo ne xwiya neeê
De lê Xatê rebenê Silêman û Ebê, Reysê Derwêş
Cindiyê Hacî, Birahîmê Mamûd
Li serê Çiyayê Kolik ji xwe re
kemîn vedaneeeêêûûûayy
Le Xatê dibê, Silêmanê lawoo
Ezê bi Çiyayê Kolik, bi Zengayê Mamo
Hafa Deşta Xerzan ketim
Qasê Koro, pismamê xayîn heyra min go ha hewar e
Emê va ye Silêmanê minê lawooo ne xwiya yeee
Tivinga Emê li mila ye
Tivinga Silêmanê minê reben
ezê bi kewkî lawo bi desta yeeêêû
Xatê dibê, Emê di bextê te û Xwedê me
Silêmanê min ka ye lawo, ne xwiya ye
Dibê: Xatê rebenê, termê Silêmanê Mistê
Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo
Li serê Çiyayê Kolik li Mexera Bênderokê mayeeêê
Were ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêêê
Xatê dibê, Emê lawo memanî
Ji kula dilê te re berxêm lawo xweş memanîîî
Tu bala xwe bide Cemîlê Çeto
Bavê Feremez bi tan û niça îro çi bi serê kekê te ve anîîî
Tu bavê diya xwe bûyo lawo
şerê xwe bikin îro bi giranîîî
Belgî Xwedê Teala siûd û îqbalê ji te re li hev dû anîîî
Te heyfa Silêmanê Mistê Bavê Xelîl
Gula Mala Dîbo bi destê xwe hilanîîûûêêê
Belê tana Emê hilanî
Li serê xwe li serê kevirê kozikê de deranîî
Derbekî daye bejn û bala Gêncoyê Çeto
Zavê destbihene termê Gêncoyê Çeto
Bi ser termê Silêmanê Mistê ve danîîeeêêû
Le bi sê denga li Ehmedê Îskan
Li peyayê Mala Faro li Bavê Misto dikir gazîîî
Dibê: Bavê Misto, tu dagere
Heyra nizanim tu çewanîîêêêû
Te digo, ezê herim di Qesra Eynqesrê de rûnim
Pesn û wesiyetê xwe bidim lawo bi mêranîî
Te digot, ezê bêjim
Li terş û talanê xwe da li pêşiya heval û xweşmêrên
Mala Dîbo deranî û anîî
Yekî weka Silêmanê Mistê Bavê Xelîl
Gula Mala Dîbo serekvanê nijdevanan
Lawo îro di gerewa talan te danîîn
Tu nabêjî min xortekî weka Gêncoyê Çeto
Zavê destbihene îro di gereva Silêmanê Mistê de danîî
Tê dagere sed carî bi serê bavê te kim
Derbeka daye li bejn û bala Gêncoyê Çeto
Zavê destbihene le zavekî bîst û çar roja ye
Hêja hena zavatiyê li desta ye
Îro min heyfa kekê xwe bi destê xwe hilanîîî
Were ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêêê
Ha weylêêê, ha weylêê
Xatê dibê, Silêmano lawo
Bila şereka giran li me çênebûya li Çiyayê Kolik
Zengayê Mamo, li Hafa Deşta Xerzan
Lawo vê sibê li diyaraaaneêêûû
Heyfa min nayê li kuştina Silêmanê Mistê Bavê Xelîl
Gula Mala Dîbo, heyfa min tê li wê heyfêê
Çardara Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo
Girêdane, dar nebû çar darên Gêncoyê Çeto
Birine Eynqesra Bavê şebo
Lawo bi xwe re birine nav beyaraaûûêê haîhaîîî
Xatê: "Gênco bi gîzme û qondere ye,
Silêmanê Mistê bi çarox û bi gore ye!
Were ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêêê
Ha weylêêê, ha weylêê
Xatê dibê, Silêmano lawo
Bila şereka giran li me çênebûya
Li Çiyayê Kolik, Zengayê Mamo
Li Hafa Deşta Xerzan lawo vê sibê li diyaraaaneêêûû
Gênco bi gîzme, bi qondere ye
Wê xelq bêje Silêmanê Mistê bi çopikê çolê ye
Bi çarox û bi gore ye
Pirs bike wê eşîra bi xwe re
Roja şerê Çiyayê Kolik Zengayê Mamo
Silêmanê Mistê beramberî Gêncoyê birayê te ye
Hahîîîîeeêêûû..."
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?