Sasikê Sevav - Qedrê Dê û Bava
wêneyê hunermendî:ê 11 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Sasikê Sevav - Qedrê Dê û Bava

Werin em bigrin, qedrê dê û bava,
Rind bişikrînin, bi sihet û gava,
Qedrê wan bigrin, ronaya çeva,
Tim bêjin hezar car malî ava.
Ax dê û bavê min,
Dinyê şîrîntir ew in emrê min.
Emekê dê û bavê ser me gelek e,
Teb û xwîdan a wan ne henek e,
Navê wan hildin, serê xwe li nizm kin,
Xwedê me bê wan tu cara neke.
Ax dê û bavê min,
Dinyê şîrîntir ew in emrê min.
Navê dê û bavê gelek şîrîn e,
Baxça da gul e, gul e û bîn e,
Hiskî bigere çar qulpê dinyayê,
Ciyê dê û bavê tu cara nayê.
Ax dê û bavê min,
Dinyê şîrîntir ew in emrê min.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î