Şehrîbana Kurdî - Bişêrîka Şewitî
wêneyê hunermendî:ê 182 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şehrîbana Kurdî - Bişêrîka Şewitî

Lê lê yadê rebenê wezê çûme Bişêrîka şewitî
Ax dayê rebenê wez daketim
Ay gewra min tuyî lê ê ê ax, ay sebra min tuyî lê
De lê lê ax de lê lê
Lê lê dayê rebenê dibê xewka min tê vê sibê wez raketim
Lê lê wezê çiqas di nava heval û hogirê xwe de bilind firîm
Ax dayê rebenê wezê nizim li erdê ketim
Ax gewra min tuyî lê, ay sebra min tuyî lê de lê lê ax de lê lê
Lê lê wezê tobedara şêxê xwe me lo looo
De wezê ciwanîka li bejna delalê xwe me ax de lê lê de lê lê

Lê lê yadê rebenê keçikê digo wez koçerim
Ax dayê rebenê penîr tînim, ax gewra min tuyî lê ay
Sebra min tuyî lê lê, de lê lê ax de lê lê lê yadê wezê
Kolan ve sibe digerim lê lê wezê çiqa çavê xwe digerînim nagerînim
Ax wezê delalê xwe di nav heval û hogira da nabînim
Ax sebra mi tuyî lo, ax hevalê min tuyî lo lo, delo lo lo

Tekst û Awaz: Miryem Xan
Aranje: Dilşad Seîd
Berhevkar: Kakşar Oremar

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?