Şehrîbana Kurdî - Çûxê Mino
wêneyê hunermendî:ê 155 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şehrîbana Kurdî - Çûxê Mino

Çûxê mino ji hiriya berana
wey malê mino ji hiriya berana
Dab û ristin bi destêt nezana
wey malê mino bi destê nezana
Çûxik tenge nagirit milane
wey malê mino nagirit milane

Çûxê mino ji kejiya bizina
Wey malê mino ji kejiya bizina
Dab û ristin bi destê mezina
Wey malê mino bi destê mezina
Çûxik tenge nagirit ji bazina

Çûxê mino ji miyên karika
Wey malê mino ji miyên karika
Dab û ristin bi destê keçika
Wey malê mino bi destê keçika
Çûxik tenge nagirit zendika
Wey malê mino nagirit zendika
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?