Şehrîbana Kurdî - Genc Xelîl
wêneyê hunermendî:ê 248 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şehrîbana Kurdî - Genc Xelîl

De lêlê were lêlê were lêlê were lêlê were lêlê were lêlê
Hefsê dibê yane bi Xwedê dilê mi gellekî wane
Genc Xelîl kurmamê min li welatê xerîban û xurbetê gellekî nexweşe
Wezê rabim livîna rayêxim ket ketê naz balîfa bidime pale
Ezê rabim kemera ji pişta xwe bişikênim bo hespê Genc Xelîl bikime nale,
Bazinêt xwe bişkînim bikime hûrde bizmare, biskêt xwe bibirim bikime sereşma ser çeav
bikime tok û serhevsare, Genc Xelîl bînim siwarbikim li kimêtekî tale.
Belê ev nîşan bila di nav Osmanîyan de bête xware
Nav kesmam û kurmamê mi nekin, belê nebêjin siwarekî Kurde, çendî bê kar û bare
Nemayê nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê,… de li paşo Genc Xelîl
kurmamê xwe nemînim dilo li dinyayê

De lêlê were lêlê were lêlê were lêlê were lêlê were lêlê were lêlê
Genc Xelîl hema çavê xwe bilindkir û bi xerîbî digirîya, ê nefeseke
Qelûnê xwastîye, Hefsê dibê ya rebî bi Xwedê rabim qelûnekî bo kurmamê xwe têkem, qelûnek zêrnîşane baskê Stembolê modêne bi karebane, pelekê darê darberu bînim bi mişarê bibirim, mivreda(?) Qeretanî bînim li ser qelûna Genc Xelîl kurmamê xwe danêm nemayê,... belê bêm kurmamê min heft sale ketîye ser destûrê Romîya bi tirkî buyrun efendim qelun ji tera, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, .... de li paşo Genc Xelîl kurmamê xwe nemînim dilo li dunyayê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?