Seîd Gabarî - Bilbilê Dilşadî
wêneyê hunermendî:ê 917 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Gabarî - Bilbilê Dilşadî

Ey bilbilê dilşadî hela wer bikê fîxan
Derdê me girane ey bira birîna me kûre
Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te yî xweştir ji ney û nay û bilûre

Sê hawa tê dengek ji sira bayê siba ye
Hawê dî ji dengê xwêşîna dehl û reza ye
Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye
Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşhûre

Karwanê me va bi rê ketîne şev reş û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarin
Bahoze çelapek têne me ji her çar kenarî
Warê me welatê ey heval rêka me dûre

Çar hawîr me diz û keleşin têk dane dujmin
Me ji hev radiqetînin bi bi bir heyf û mixabin
Qet çar û ûmêda me nema ye bilbilê min
Meydane ji bo hirç û çeqel gur zore zore

Meydane ji bo hirç û çeqel rovî û keftar
Gorî te me bilbil ji sere darê tu wer xwar
Da pêk ve mijul bim bo xwe çend rojên di dijwar
Îro le me fermane li ser gerdenê şûre

Destê tewqyê îro ku em dest bidin hev
Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev
Dunya bi xwe dewrane bizan geh roje geh şev
Geh tarî û dûmane û geh rewşin û nûre

Piştî wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye
Wê rojhilê rohnî dakevê cihê şevê ye
Karwanê me wê bighêtin war û meqsedê ye
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewre

Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewran
Hêvî û haware me di Yezdanê dilovan
Qet çar û ûmîda me li serdarî li Berzan
Wek Tîrêj dibêje, jîn dive kotek û zore
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î