A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seîd Yûsiv - Em Heval Bûn
119 Xwendin
0 Ecibandin
Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Em Heval Bûn

Ma ne em heval bûn
Tu di ber mire diçî
Li min nakî silavê

Em yar û evîndar bûn
Te dî ez kêmketim
Tu min nas nakî vê gavê

Me bi hev re soz dabû
Sûnda me bi evînê
Em her du ji hev re ne

Ew tev de winda bû
Ma tu li bîrê tînê
Ma keç tev wek tene

Ev evîndar tev de
Bi mirin û jînê
Li bendî hev dimînin

Ne kes kul û derda
Di dil de diçînê
Ne hev dixapînin

Ne demê derbaskê
Tu min ji rê bibê
Xwe li min nekî xwedî

Ne tu hew min naskê
Li ser bextê tebê
Weke min tu nedî

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Stranên din ên Stranbêjî/ê