A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seîd Yûsiv - Min Tobe Kir
Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Min Tobe Kir

Min dilê xwe da te
Gava min hij te kir
Te ez firotim arzan
Te çû yekî xwe kir
Piştî te bêbextê
Min evîn li xwe tobe kir

Te bi serê min sûnd dixwar
Te di go bi wî ziman î
Kesî dî ji te pê ve
Şa nabê bi vî can î
Bi carkî te ji bîr kirin
Te min li bîra xwe neanî


Keçê te ez xapandim
Û derdê min gelek in
Hêvîdar im heval
Henekê xwe bitekin
Tu bikevî bin destan
Tu mêr li hev nekin

Ev çend salê temam
Min bi te re derbas kir
Pişti min te mêr kir
Nûka min tu nas kir
Te soz bicî neanî
Te pere bi min xelas kir

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Stranên din ên Stranbêjî/ê