Seîd Yûsiv - Adar
wêneyê hunermendî:ê 907 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Adar

Ji bo miletê xebatker bi qehremanî
Adara rengîn mizgînîyek mezin anî
Pîroz bê xeml û xêla te ey welatê min
Ew şînayî, ronayî, û avayîya te danî
Di kû de bû xeml û xêla te welatê min
Rast e neyaran cila reş li ser didanî
Lê me jî ji dijmin kuştin gelek bê jimar
Nalîn diket nav wan ecêb me bi wa de anî
Kurd serfiraz e azad e tu car natewê
Dijmin divê Kurd bigrê ew her bi demanî
Nizanê Kurd serî nadeynê ji dijmin re
Di dewrana de kê dî Kurd serê xwe danî
Me got û em dibêjin Kurdistan ya neman
Kurd welatê xwe ji destê dijmin deranî
Li van demê dirêj Kurd her ew erd dikola
Bo ava jînê derkevê bo Kurd bibê kanî
Dijmin dibakir digot ev milet bê war e
Û ferşê mezin bi desta li ser dev didanî
Me got Kurdistan ya neman bi soz bi peyman
Adar dihat wê mizgînî anî bi giranî
Newroz xelata mezin ji Kurd re hilgirt
Kurdistan rizgar bû ala hilkişa banî
Bijî welatê comerda Kurdistana min
Bijî miletê Kurd li her dem û dewranî
Ta ku cîhan hebê tu heca me Kurdayî
Bijî Kurdistana rengî tu bûka cîhanî

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove
logo
Youssef Alî 22-07-2023 10:13:01
Welleh gotinen gelekî xwešin rehma xwedê limamoste bi

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?