Seîd Yûsiv - Bêrîvana Mihabad
wêneyê hunermendî:ê 205 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Bêrîvana Mihabad

Bêrivana Mihabad im
Bi te dilxweş û azad im
Tu ronîya çavê min î
Te bi dunyayê tevînadim

Ka destê xwe carek were
Li van gulê sorîzer e
Wê kul ji dil werin dere
Zenda li zendê te badim
Carek sozê bo min nadî
Ti ji boyî min xweş miradî
Ez Şêrîn im tu Ferhadî
Ez jî aşiqê Ferhad im

Tu law î û çak û giran î
Awirê çava li min danî
Dilbirîn im tu derman î
Bi te çendî ez dilşad im

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?